diłbera dił bê qerare

Li pirtûka:
Dîwanî Safî Hîranî
Berhema:
Safî Hîranî (1873-1942)
 1 Xulek  3028 Dîtin
diłbera dił bê qerare
çawekanim girye bare
sînekem her daẍdare
yar yeke ẍem sedhezare
murẍî dił bot kewte dawe
’eqił û hoşî pê nemawe
boyê sertapa sûtawe
diłbera dił bê qerare
dostan bom ken du’aye
zamekey dił piř cefaye
qet xeyał nakem şifaye
diłbera dił bê qerare
carê napirsî le ḧałim
’aşiqî nûrî cemałim
key debê yařeb wîsalim
diłbera dił bê qerare?
key debê xot bêye laman
diłberî şoxî xeraman
ta biga destim be daman
diłbera dił bê qerare
safîNasnava edebî bot bû şêt û şeyda
dił be derd û ser be sewda
řeḧmî pê bike le řêy xuda
diłbera dił bê qerare