ẍunçeyî newbeharî guł derçû le destî baẍewan

Li pirtûka:
Dîwanî Safî Hîranî
Berhema:
Safî Hîranî (1873-1942)
 1 Xulek  1371 Dîtin
ẍunçeyî newbeharî guł derçû le destî baẍewan
bulbulî derdedarî dił zarî geyşte asman
bayî xezane deng eda, guł ke bezerdî řeng eda
bulbule ser leseng eda ẍunçe le baẍda neman
ew diłî bêqerarekem, kewte hewayî yarekem
sebrî le kêwe çarekem, zeḧmete derdî wa giran
dewrî felek beḧîle bû fesłî beharî birdu û çû
řengî xezanî dame řû, cumle bełayî xiste can
dûrîy yarî ẍunçedem, xistye ser diłim elem
wa esfa le dewrî ẍem dersî fîraq eda nîşan
hîcir û fîraqî diłberim dawye le sîne xencerim
şekwe be layî kê berim, řû le çi la kem el’eman?
yadî wefayî kê bikem, meylî hewayî kê bikem?
çare le layî kê bikem, ẍeyrî xudayî muste’an?
ey feleka xetam nîye, kîneyî to le min çîye
zułmî wa kes nekirdîye, derheq be min le îns û can
safîNasnava edebî le derdî fîrqete, çareyî ḧałî zeḧmete
zamî be êş û ezyete, dił be birîn û êş û jan