be qamet xeraman be řû mahî taban

Li pirtûka:
Dîwanî Safî Hîranî
Berhema:
Safî Hîranî (1873-1942)
 1 Xulek  1814 Dîtin
be qamet xeraman be řû mahî taban
fîdayî tom gedayî tom ’ezîzim
demê bêre laman binoře ẍulaman
beçawî baz be ẍemze û naz ’ezîzim
le derdit ḧezînim kulawe birînim
bike derman etoy luqman ’ezîzim
leber çawî kałit le ’îşqî cemałit
demê şeydam demê řîswam ’ezîzim
le dû la kujawim serapa sûtawim
be narî řût be dû ebrot ’ezîzim
to şahî cîhanî to řûḧî řewanî
ḧeyatim toy, necatim toy ’ezîzim
wekû safîNasnava edebî hîran fîday şahî geylan
minî meftûn, minî meḧzûn ’ezîzim