lem řoje le ’îşqî yar sewdayî serêkim bû

Li pirtûka:
Dîwanî Safî Hîranî
Berhema:
Safî Hîranî (1873-1942)
 1 Xulek  1559 Dîtin
lem řoje le ’îşqî yar sewdayî serêkim bû
emma be sebeb eẍyar bo can xeterêkim bû
sermeşqî xet û xałî, wîrdî dił û dînî min
bo ayînî şebxîzî zîkirî seḧerêkim bû
lutfen çi debê cana îmřo ke newazîm key
dwênêke le baẍî řût ḧîssey semerêkim bû
neqdî řûḧekem bo nard kalayî wefakey bê
tuḧfêkî cefakey hat her la zererêkim bû
ey kaş şewî hîcran bû be sebaḧulxeyr
çunkî ke le řojî řûy meylî nezerêkim bû
lew perçemî şêwawî dawî diłî danawe
bew ẍemzeyî dû çawî kun kun cîgerêkim bû
guł zare le gułzarî bo ẍunçegułî zarî
guł kewte şekerbarî wa guł şekerêkim bû
nuxtey demî mewhûme ew ḧîkmete mektûme
eẍyar lewe meḧrûme bes min xeberêkim bû
řûy şemsî şuhûde û xał nuxtêkî sweydaye
lem dû esere safîNasnava edebî nûrî beserêkim bû