werne temaşa dost û eḧîban
Li pirtûka:
Dîwanî Safî Hîranî
Berhema:
Safî Hîranî (1873-1942)
1 Xulek
1827 Dîtin
werne temaşa dost û eḧîban
ew bê řeḧmîyey dîm le muḧîban
xeberî derdim çend da tebîban
dermanyan nekird zamî ẍerîban
bulbul ke da’îm be şîn û zare
ḧeqye, ke xunçey le dest eẍyare
ew gul hemû dem her lelay xare
bo şerim naka le ’endelîban?
boyê le lay yar min hawarim kird
řazî diłî xom pak îzharim kird
derdekey penhan ’erzî yarim kird
çunkî win nabê derd le tebîban
xwaye şadî bê, bes bî ẍemgînî
bo diłî muştaq her to mu’înî
yařeb ew careş bîkey, bîbînî
çawî muḧîban, řûyî ḧebîban
qurban ba bes bî ewqatî fesiłit
le řêgey xuda bo kanî esiłit
ey şahî xûban le xwanî wesiłit
takey her min bim le bênesîban?
ey dił lem şore qet nabûy şeyda
ger meylit kirdiba welayî beẍda
safîNasnava edebîş wek «ḧafiz» key debû řîswa
eger gwêy daba pendî edîban