cana le fîraqî to peşêwawe diłî min

Li pirtûka:
Dîwanî Safî Hîranî
Berhema:
Safî Hîranî (1873-1942)
 2 Xulek  1854 Dîtin
cana le fîraqî to peşêwawe diłî min
perwaneyî şem’î tuwe sûtawe diłî min
sertabeqedem ẍerqeyî xwênawe diłî min
weḧşî sîfete besteyî nêw dawe diłî min
dił elbîseyî xwênî hemû dem ke leberda
deyzanî felek kîneyî wî mawe leserda
çen ’aşiqî kuştûne wu xwênî be hederda
lem talî’e bergeşteye çon mawe diłî min
daym ke le dest cewrî zemane be cefaye
peyweste be cewr û elem û derd û bełaye
bo ’aşiqî bêçareye ew ’adete waye
boyê ke le goşey ẍeme damawe diłî min
tabûrî beła wa le dû la hatuwe yaran
bo qetlî serî ’aşiq û miskên û hejaran
me’lûme ke dernaçê leber tîrî swaran
sed def’e le em qazûxeyan dawe diłî min
serqafîleçî destî minit damene qurban
majo be ’ecel meḧmelî leyla be hemû an
mecnûn sîfetan mawun û lem řêge perêşan
bêçare le yaranî becê mawe diłî min
daym le hewayî to gelê ḧalî peşêwe
herdem le cefayî to ewa kewtuwe cêwe
em qurbesere řûḧî geyşte serî lêwe
dermanî bike takû nefewtawe diłî min
ey badî seba qasîdî cananî řuḧ’efza
namey ẍem û derd û elemim bo bere beẍda
ta çend le ew mîḧneteda bê segî derga
muddêke wekû safîNasnava edebî ke şêwawe diłî min