leber meylî meyî ’îşqî tuwe yarî wefadarim
Li pirtûka:
Dîwanî Safî Hîranî
Berhema:
Safî Hîranî (1873-1942)
1 Xulek
2765 Dîtin
leber meylî meyî ’îşqî tuwe yarî wefadarim
le tekye û xaneqa derçûm, xerîkî deyr û zînnarim
le ḧubbî to lelay ew ’aleme kafir bûm gerçî
ke nazanin le ’eynî kufrewe îslamîye karim
eger sedcar derim key qet bebê to sebrekem nayê
bezorî dêmewe derganeket ey dost naçarim
le bedkirdarîy min řû wermegêře ey şehî xûban
ke to řû werbigêřî kes nîye ger bête ẍemxiwarim
le dûrît lezzetî min payemałî zîllete herdem
ḧeyatim bê cemalî to mematî jîne ey yarim
eger şem’î wîsalî tom nebê řojim şewî tare
bînayî nûrî çawanim, etoy mahî zyadarim
ewendem ’eciz û şadî, wesił û hîcran dîwe ey yaran
le řojî ḧeşirda esła ne ḧacet cennet û narim
le sefḧey ’eşqewe ger siřřî řeḧimit bête nêw ’alem
heta meḧşer çi kes sicdêkî naba şahî ẍeffarim
le cîlwey nefî û îsbatî to wek safîNasnava edebî be řoj û şew
demê bê hoş û sermestim, demê bêdar û huşyarim