ḧebîba xot ezanî bo le ’alem bêmubalatim
Li pirtûka:
Dîwanî Safî Hîranî
Berhema:
Safî Hîranî (1873-1942)
1 Xulek
2402 Dîtin
ḧebîba xot ezanî bo le ’alem bêmubalatim
le tifłî sîneřîş û dił be êş û ser be sewdatim
jyanî min le ’eşqî to mezane ẍîretî xome
sebeb wa bû be mindałî le derdî ’eşq řahatim
le ḧałî newcewanîda cwanî tom musellem bû
le mewla çon belayê řû bikem şeydayî bałatim
demêke bendî çînî perçem û pêçawî kakolim
be da’îm zar û xeste û dest bestey zułfî tatatim
serî xałî le sewdaket çilon sewda ekem cana
serî bazařî eẍyarim nîye, muḧtacî kałatim
serapa ger hemûm ’eybe le cahî to çi kem nabê
eger řeḧmê bikey çunkî ẍerîbî jêrî dergatim
gedazadey tuwe safîNasnava edebî ḧeqî azadîye qurban
xełatim ger syaset bê, be memnûnî ewa hatim