ke řojî wesłî awa bû be çaw giryan nekem, çibkem?
Li pirtûka:
Dîwanî Safî Hîranî
Berhema:
Safî Hîranî (1873-1942)
1 Xulek
2849 Dîtin
ke řojî wesłî awa bû be çaw giryan nekem, çibkem?
şewî hîcranî wa dahat, ke dił biryan nekem çibkem?
be kîney min dûbare çerxî keç wa keçmedarî kird
minî bê tal’îş bew new’e ger dewran nekem çibkem?
bebê yarim ḧeyat tełx û ecel şîrîne êstake
le cejna ger řûḧî şîrînî xom qurban nekem çibkem?
wekû dewrî felek da’îm le dewrî yar nebim, yaran
feramoşîm be kê dê, dił ke sergerdan nekem çibkem?
eger derman neka bîmarîy dił bêwefa yarim
le derdî bê dewa ger çawerêy luqman nekem çibkem
wekû yûsif le zîndanî ẍema ḧepsî ’ezîzêkim
le bo teskînî carê řû lelay ken’an nekem çibkem
tebîb neyt û deway derdit neda çarit nîye, safîNasnava edebî
be mirdin ger ’îlacî derdî bê derman nekem çibkem