to dezanî bo çî yadî diłberî ře’na dekem

Li pirtûka:
Dîwanî Safî Hîranî
Berhema:
Safî Hîranî (1873-1942)
 1 Xulek  2269 Dîtin
to dezanî bo çî yadî diłberî ře’na dekem
meylî bednamîme boyê karî bêperwa dekem
ser leser sewdayî to û dił le payî pêyeket
bo çime cana ser û dił, her dûyan řîswa dekem
mułkî mîsirim bo çîye, ger mahî ken’anim hebê?
çim le bazařî zuleyxa, yûsfî sewda dekem
çawekem çawim lebo çawî to xwênbarî deka
wa minîş her leḧze bo to şîn û waweyla dekem
meylî min her mestî û řendî û şahîdbazîye
wa leber mîḧrabî ebrot ta’et û teqwa dekem
min ledest dinyayî dun û ’alemî wa bed’emel
řûyî şikwa wu tewazu’ bo şehî beẍda dekem
safîyaNasnava edebî hîran wekû nîrane, cîranî ceḧîm
sa ke wa bêt û tewekul da’îma be xuda dekem