yarî xom lê zîze boye ḧez le mergî new dekem
Li pirtûka:
Dîwanî Safî Hîranî
Berhema:
Safî Hîranî (1873-1942)
1 Xulek
3834 Dîtin
yarî xom lê zîze boye ḧez le mergî new dekem
şew ke bêhoşim letawî wa mezane xew dekem
bo şikarî murẍî weḧşî nek heło wu şahînim
’eşqî çawî bazî xomim boye řawî kew dekem
roj beyadî řûy heta hêware her hawarme
şew be fîkirî zulfî ta sibḧeynê suḧbet lew dekem
lew diłarame bipirsin wa dił aramî nema
carêkî çarêkî derdim ka dexalet bew dekem
gwêm le saz û ’ûd û ney, çawim le saqî û badeye
xadîmî pîrî muẍanim boye wa peyřew dekem
serf û sûdî neqdî dił lew ’aleme bêmayeye
ta bekey bêfayde serfî gencî keyxusrew dekem
safîyaNasnava edebî kafîme bo dunya û qyamet yarî xom
çim le basî ’aleme? her zîkirî nawî ew dekem