diłberî, nazperwerî, řû’enwerî, mehparekem

Li pirtûka:
Dîwanî Safî Hîranî
Berhema:
Safî Hîranî (1873-1942)
 1 Xulek  1885 Dîtin
diłberî, nazperwerî, řû’enwerî, mehparekem
newnîhal, ebro hîlal, şîrîn cemal, nazdarekem
mehrûyî, muşkîn mûyî, çaw ahûyî seḧray xuten
sûr gułe, mû sunbule, mahî perî řuxsarekem
canî canan, şahî xûban, řehzenî pîr û cewan
guł řuwe, şîrîn xuwe, şoxî şeker guftarekem
çawî kałe, lêwî ałe, řû be xałe, diłberim
zułfî xawe, lêm be dawe, yarekey eẍyarekem
çendî bê meylîm dekey, sed hênde meftûnim le bot
carê řeḧmêkit nebû derḧeq diłî xembarekem
besye bêřeḧmî be qurban, payemałî ẍem bûm
řêy necatîm bo nîye ger to nebî ẍemxiwarekem
eşkî çawim erzî dagirt, dûdî ahim asman
boye wa řeş dageřa lew ahî ateşbarekem
wa le cêy nêşî xedengit ta be řojî ḧeşrewe
xwênî lê deřjê be da’îm lew diłî zamdarekem
safîyaNasnava edebî sa ḧał perêşanîm le ẍayet derçuwe
řûḧekem řeḧmê bike bew şîn û girye û zarekem