egerçî dił be řojî ’arîzit sût

Li pirtûka:
Dîwanî Safî Hîranî
Berhema:
Safî Hîranî (1873-1942)
 1 Xulek  1481 Dîtin
egerçî dił be řojî ’arîzit sût
belê wa ’adete bo ’aşiqî řût
nîye îḧtyacî pabendîm be qurban
ke gîrawim be dawî tarî gêsût
be narî ’îşqewe memnêje cana
desûtênî be bîlla kifin û tabût
be ẍemzey to birînî min hezare
mujet besye legeł ebrot meke cût
be kufrî zulfeket dił wermegêře
ke salîke le bo mîḧrabî ebrût
be xencer çareyî dił nakirê wa
giriftare be sîḧrî çawî cadût
be ser sewda deka safîNasnava edebî be řûy to
myanî pêçî perçem, xałî hîndût