dił leber derdî fîraqî yare meylî mey deka

Li pirtûka:
Dîwanî Safî Hîranî
Berhema:
Safî Hîranî (1873-1942)
 1 Xulek  5233 Dîtin
dił leber derdî fîraqî yare meylî mey deka
gwêy le dengî saz û ’ûd û bezmî nay û ney deka
serdemê mest û xumar û xadîmî meyxaneye
wextê tesbîḧî le deste, sofîye ḧey ḧey deka
řojî waye zor be keyf û pêkenîn û xendeye
be’zê şew mecnûne da’îm girye bo leyley deka
be’zê caran ’alîm û ’amîl û ’abid xoyetî
wextê cehil û fîsqî zore, ’alemê lomey deka
pêy dełêm: ey dił were êranî ya tûranî be
ew le beynî her dû cêge řû le deştî řey deka
dił nizanim şête ya serxoşe, ya dêwaneye?
ya îlahî îşî wa ’eksî be min ta key deka?
dûr le yare dił, le boyê bêsebate safîyaNasnava edebî
takû lew segmergeda bê îxtyarî wey deka