dił le bo meḧbûbe dîsan girye û zarî deka

Li pirtûka:
Dîwanî Safî Hîranî
Berhema:
Safî Hîranî (1873-1942)
 1 Xulek  3897 Dîtin
dił le bo meḧbûbe dîsan girye û zarî deka
wa le herdû çawekanî xwên û aw carî deka
wa seraser řûy zemînî girtuwe xwênawî eşk
dûdî ahîş řojî poşî û asman tarî deka
zor be azare diłî zarim leber hîcranî yar
naḧeqe ew ’aleme lew zare bêzarî deka
merḧebayêkim bika bo diłfirîbî minyetî
wernê em bêřeḧme key bo ’aşiqan yarî deka
řêy musułmanî le dił nîşt perçem û egrîcekey
boyê êstêş wa be yadî zulfî zînnarî deka
çawenořî yare boyê řîge deřşênî be xwên
’eybî lê megre ke ew bêçare xwênbarî deka
qet mełên yar bêwefaye wa be naḧeq deykujê
bîkujê ya neykujê safîNasnava edebî fîdakarî deka