çawekem çawim be da’îm întizarî to deka
Li pirtûka:
Dîwanî Safî Hîranî
Berhema:
Safî Hîranî (1873-1942)
1 Xulek
4630 Dîtin
çawekem çawim be da’îm întizarî to deka
şew be yadî ’arîzit yadî gułî şewbo deka
řaḧetî hełgirt le ’alem wa le mehdî sînekem
tiflî dił bo dayeyî wisiłit weha řo řo deka
çunke boy neyna seba gerdê le jêrî ne’leket
dił letawa xakî gişt ’alem beser řûy xo deka
qetreyî lêwî nimekbarit binêre ey tebîb
wa ke zamî sîne bê merhem çi sifit û so deka
wadîy ’îşqit ewende dûre be řoj tey nakirê
peykî dił boyê sikun nabê betaw şewřo deka
awrî ’îşqit derûnî wa seraser girtûm
dûdî ahim wa leser çerxî berîn boso deka
ceyşî hîcranit be carê mułkî cismî girtûm
boyê safîNasnava edebî lem zemane leşkirî ẍem ko deka