yar leber nazî cwanî mamze, sa řem deka
Li pirtûka:
Dîwanî Safî Hîranî
Berhema:
Safî Hîranî (1873-1942)
1 Xulek
2721 Dîtin
yar leber nazî cwanî mamze, sa řem deka
ya le nałey ’aşiqane řû le ’alem kem deka
le’lî lêwî şahîde mułkî diłim xasî ewe
ḧeqyetî bew xateme de’wayî camî cem deka
ahî sîney ’aşiqane wa cîhanî girtuwe
lew bizane ger demawend be’ze carê tem deka
řû wu xałî řewneqî lale û wenewşey sanduwe
lale daẍdare, wenewşeş boyê her matem deka
min îcarey xermenî ẍem bo diłî miskîn dekem
sû’î tal’ dêt û hîcranî leser min zem deka
dił emegdare û keçî meḧbûbe azarî deda
xełqî bo bîgane waye, ew legeł meḧrem deka
safîyaNasnava edebî dił ma’îlî tenhayî bê ’eybî nîye
’îlletî sewdayetî her ḧez le cêy bêẍem deka