zerdeşt

Li pirtûka:
Gunah
Berhema:
Elî Ḧesenyanî (1939-1992)
 2 Xulek  1357 Dîtin
xało řêbwar wekû kes nedeçû:
çawekanî dedrewşanewe wek estêre,
witekanî hemû řêk û pitew û bê wêne,
řewt û akarî pyawane û mend,
řûmetî nûranî,
bo gizîng awêne
çawî gêřa le zemend û zenwêr,
çi nebû bêcge le deştêkî řeqen
řwanîye kanî û coge û estêr,
kanyaw kwêr bibûn,
cogele xwênî le řegda degeřa,
gol û estêrk hemû wişk û birîng
 
xało řêbwar gutî:
kwa? le kam şwêne edî agirî agirdanan?
şermezar bûnewe gişt
kuřesawîlke gutî:
hemû la agire, dû řoj leme ber,
gundî ême giřî girt
termî zaro û jinîş řade beder,
kewte nêw kołanan
jin hemû korpe le amêz û kiçîş hegbe le pişt
 
xało řêbwar gutî:
agirî pakî ehûram dewê
her ewey řojê le «atûr guşesbCih»,
řojêkî dîke le lûtkey «dimdimCih»
ya le «agirîCih»y pîroz,
ya le kêwî «nekerozCih»,
ya le qulley «asosCih»
ya le tîẍey «zagřosCih»
ya le dundî «şahoCih»
le çyay «zimnakoCih»,
le «kereftûCih»
le kejî «dałahûCih»,
şewezeng û şewe û dêwî şewî řaw dena
yek gutî: kêy eto?
xało řêbwar «evêstaNava taybet»y daye
areqey şerim řija
 
xało řêbwar gutî:
řêgetan lařêye
řêyekî dîke dyare ke berew hewraze
xało řêbwar gutî:
min deçim bo «şengarCih»