deřom
Li pirtûka:
Gunah
Berhema:
Elî Ḧesenyanî (1939-1992)
2 Xulek
1466 Dîtin
deřom, deřom,
deřom berew hewarî jîn
deřom berew beharî xoşewîstî û ewîn
berew wiłatî dûre qîn deřom, deřom
emin ke şa’îrî dijî bedîm,
le kwê dezanin çende tenge em řikey têya dejîm?
le kwê biřistî wem heye demêkî bay bałî xom bidem?
řike, eger ke şûy le zêř bê hêştê sexłete
jyanî nêw řike kiłułîye, berew nemane, meynete deřom, deřom,
deřom berew sinûrî arezû
çi diłřifêne, xemřewêne, şewřmêne koşkî cwanî arezû
le deştî pan û berberînya,
ne xem heye,
ne tem heye,
ne sexłetî û sitem heye
le herçî berqed û nwałeye,
hemûy zemendî laleye,
le bezmî sanewey diłan,
şeřabî pêkenîn le nêw pyałeye deřom, deřom,
lemêje, zor lemêje qafłey humêd beřêweye
gewey biřîwe řû we dund, gułim! deřom
deřom le şwênî ew kesey řikey şikand,
řiçey şikand
deřom û destî řademûsim û dełêm:
egerçî maweyek,
le nêw qełay şewa be koyleyî jyayin,
be tîn û hêzî dest û mistiman,
sehołman twanduwe,
qełatî moteman řimanduwe
sinûrman şikanduwe, hezar hêłman peřanduwe
deřom dełêm:
gizîngî berbeyan!
siław le to!
hetawî řêy jyan!
siław le to!
deřom berew hewarî jîn
deřom berew beharî xoşewîstî û ewîn
berew wiłatî dûre qîn
emin ke şa’îrî dijî bedîm,
le kwê dezanin çende tenge em řikey têya dejîm?
le kwê biřistî wem heye demêkî bay bałî xom bidem?
řike, eger ke şûy le zêř bê hêştê sexłete
jyanî nêw řike kiłułîye, berew nemane, meynete
deřom berew sinûrî arezû
çi diłřifêne, xemřewêne, şewřmêne koşkî cwanî arezû
le deştî pan û berberînya,
ne xem heye,
ne tem heye,
ne sexłetî û sitem heye
le herçî berqed û nwałeye,
hemûy zemendî laleye,
le bezmî sanewey diłan,
şeřabî pêkenîn le nêw pyałeye
lemêje, zor lemêje qafłey humêd beřêweye
gewey biřîwe řû we dund,
deřom le şwênî ew kesey řikey şikand,
řiçey şikand
deřom û destî řademûsim û dełêm:
egerçî maweyek,
le nêw qełay şewa be koyleyî jyayin,
be tîn û hêzî dest û mistiman,
sehołman twanduwe,
qełatî moteman řimanduwe
sinûrman şikanduwe, hezar hêłman peřanduwe
deřom dełêm:
gizîngî berbeyan!
siław le to!
hetawî řêy jyan!
siław le to!