daweł

Li pirtûka:
Gunah
Berhema:
Elî Ḧesenyanî (1939-1992)
 2 Xulek  908 Dîtin
şewe, tarîk û bênûre,
şewe załe,
jyan tałe,
humêdim koşkî xapûre,
 
ne hajey awî awhełdêr,
ne xuřřey çem,
ne sirtey kanyawî řûn,
dełêy giştî le samî şew qetîs mawin
perîy çîrokekan emşo,
le bendî bê tirûskayî şewa yexsîr û damawin
 
tenanet asmanî mil be kwênî řeş,
le pirsey mirdinî estêrekanîda,
xemî dagirtuwe û xem bo wî perjîne,
le nêw cergî kej û lêř û çema şîne
bełam hawaryan kurte,
eger jîn waye, le’net bê le herçî pêy dełên jîne
 
şewe, tarîk û bênûre,
cirîwey mel le gomawî şewezenga,
legeł hawarî min xinka
be pencey asnînî dêwî şadîkuj
tewawî têlekanî sazî dił qirtan
tewjimî şadîfewtênî kizey ziryan,
şemî hîway gelî kûjand,
hezaran daxî bê’aman,
diłî birjand, diłî birjand
 
şewe, tarîk û bênûre,
le cergî tarîkîda bezmî şeytane
ke emşo mestî serkewtin xerîkî bade noşane
ewa sergermî keyfe û hawpyałey wî
nêřonî em sede seddamî xwênřêje
ke řûḧî atîla, çengîz, nêřon, hîtlêr,
le nêw êsk û piřûskî gendełî ew dawełe bêdeng û damawe
xerîkî sirtesirtin, cûłecûłyane
 
şewe û hawarî bêhawar
minî řêbwar,
depêwim řê berew pêwar
bełam heyhat,
ke dîwarî şewm połaye, estûre,
heta çaw biř deka dinyayekî řeşpoşî bênûre
lepiř dengêkî hîwader
diłî hîwa le des dawan debûjênê,
kiłî dinya delerzênê,
deneřřênê:
eto seddam! ey faşîst! ey xwênřêj!
nema bawit
le nêw kûre miro sûtêneketda çîdî natwanî
gelî kurdî bisûtênî
deguřřênê:
eto seddam! nêřonî řûřeşî mêjû!
eto çîdîke natwanî,
leber diłxoşîy erbabanî xwênxorit
wiłatî ême agir dey
heta carêkî dî şê’rî giřî agir bixulqênî
 
şewe, tarîke, bênûre,
hemû la mat û xapûre,
jyan tałe,
şewe załe,
bełam asoy jyan řûne
ke katî hatnî řoje û zemanî şew beserçûne