yad

Li pirtûka:
Gunah
Berhema:
Elî Ḧesenyanî (1939-1992)
 1 Xulek  1183 Dîtin
Yad
Bi denga: سەید خالد ئیمامی
şewe, şewêkî direng,
dinya xapûre, bêdenge,
bo «zagros» û «çya» û «agirîn»
diłim tenge...
 
axo êsta,
xewnî kêhe cwanebjiwên,
ya ne larey kame lawên,
kame kanîy řûn û xawên,
mestyan deka?
lêwan le hełbestyan deka?
 
ya ne jînêkî wek sazî sîm hełpisaw,
ya ne hezar çeşne bîrî nîwetewaw,
le dewrî wan melî xewyan tarandibê,
pejareyan barandibê...
řołekanim!
«zagros» somayî çawanim!
«çya»y cwanim, hîway jyanim!
«agirîn» gułî awrînim, gyanî gyanim!
le beheştî xoşî «altisay»,
le lêřî bê wêney «řade»,
le bestênî dił’estênî yekawî «řayn»,
tenya řûy êwe debînim,
her êwen awatî jînim...
 
ke wa bû ta katî xoşî yektir dîtin,
serkewtû bin!
jyanêkî piř le xoşî,
dûr le tûş û le peroşî...