sinûrî beyan

Li pirtûka:
Gunah
Berhema:
Elî Ḧesenyanî (1939-1992)
 1 Xulek  885 Dîtin
beharekem!
kewyarekem!
deyanewê guł û gyay wiłatman,
jyanman, awatman,
le nêw berin...
deyanewê pepûle cwanekey bize,
leser gułî demî minałekanman,
berew nebûnî hełfiřê...
bełam gułim!
her agirê ke berdebête koy bizûtî manman,
hîway şikandiwey şewanî řeş pitir betîn deka...
xebatî gel berîn û bê bezîn deka...
ke wa bû, çawřêy gizîngî berbeyanî be,
nizîke deştî nûr...
şikawe, şeq kirawe asmanî bê sitêrî bê sinûr...
hemû çya debête peykerey bilûr...