gułî hîwa

Li pirtûka:
Gunah
Berhema:
Elî Ḧesenyanî (1939-1992)
 1 Xulek  1172 Dîtin
xeyałekem,
esîrêkî telîsmîye,
le gomî çawekanta...
 
xeyałekem,
pepûleye,
deřwa, defřê berew beyan,
 
xeyałekem,
askołeye
le zenwêrî kwêstanî dił,
le bonî guł - gułî hîwa -
wa mest ebê,
ke min le xem řizgar eka...
 
xeyałî min,
giştî etoy!
eto kiçî xuday cwanî!
eto kîjî mukiryanî!
bełam eto!
bîr û biřwa û xeyałî to,
dîlî dawî xoperestîn,
hergîz le fîkirî minda nîn
 
bełam hawřêy xeyałekem - gułî hîwa -
małî awa
legeł mine takû demirim
takû le amêzit degirim