mizgênî

bo peykî kazîwe: mamosta şêrko bêkes
Li pirtûka:
Gunah
Berhema:
Elî Ḧesenyanî (1939-1992)
 1 Xulek  1068 Dîtin
be dirêjayî şewî payîz,
kes bo tawê nenustibû,
hemû çawyan le bistû bû..
axo gizîng,
le destî kam şewezenga,
yexsîr mawe?
řagîrawe?
 
le kazîwey temgirtuwa,
le gořistanî awatî řabirduwa,
şořeswarêk,
gewey biřî berew aso
mujdey hêna,
bo em, bo ew, bo min, bo to:
ewe gizîng beřêweye,
gutî: mîwanî êweye!
amade bin!
 
şořeswar řanewesta
řoyî kutay bebê wiçan,
mizgênî bird bo hawsêyan,
ta ewanîş amade bin