dewrî xoşî

Li pirtûka:
Gunah
Berhema:
Elî Ḧesenyanî (1939-1992)
 1 Xulek  1242 Dîtin
Dewrî Xoşî
Bi denga: سەید خالد ئیمامی
azîz! nekey firmêskî řûn hełwerênî,
be ser diřkî diřkełanî beserhata
 
azîz! neka xem datgirê,
le dû řêy hat û nehata
 
azîz! le dway kêwî řijdî řojî tûşî,
bijwênêkî berberîne...
hetakû çaw heter deka,
dîmenî zenwêrî jîne
 
azîz! ke şew şeq bû beyan bizey hatê,
dewrî xoşî û bextewerî des pêdeka
meygêřî jîkełey ewîn,
be qeşmerî û be nazewe bot têdeka!
 
azîz, dinya her xem nye,
le jyanda,
katî diłxoşî kem nye
ke wa bû xoşewîstekem!
çaw le çawî kîjî hîwa metrûkêne!
koşkî tase meřûxêne!
aso řûne!
şiney şewba,
mujdey herman û herbûne..