dewrî xoşî
From the Book:
Gunah
By:
Ali Hasanyani (1939-1992)
1 minutes
1739 views
Dewrî Xoşî
Voice of: سەید خالد ئیمامی
azîz! nekey firmêskî řûn hełwerênî,
be ser diřkî diřkełanî beserhata azîz! neka xem datgirê,
le dû řêy hat û nehata azîz! le dway kêwî řijdî řojî tûşî,
bijwênêkî berberîne...
hetakû çaw heter deka,
dîmenî zenwêrî jîne azîz! ke şew şeq bû beyan bizey hatê,
dewrî xoşî û bextewerî des pêdeka
meygêřî jîkełey ewîn,
be qeşmerî û be nazewe bot têdeka! azîz, dinya her xem nye,
le jyanda,
katî diłxoşî kem nye
ke wa bû xoşewîstekem!
çaw le çawî kîjî hîwa metrûkêne!
koşkî tase meřûxêne!
aso řûne!
şiney şewba,
mujdey herman û herbûne..
be ser diřkî diřkełanî beserhata
le dû řêy hat û nehata
bijwênêkî berberîne...
hetakû çaw heter deka,
dîmenî zenwêrî jîne
dewrî xoşî û bextewerî des pêdeka
meygêřî jîkełey ewîn,
be qeşmerî û be nazewe bot têdeka!
le jyanda,
katî diłxoşî kem nye
ke wa bû xoşewîstekem!
çaw le çawî kîjî hîwa metrûkêne!
koşkî tase meřûxêne!
aso řûne!
şiney şewba,
mujdey herman û herbûne..