çon detwanim?

Li pirtûka:
Gunah
Berhema:
Elî Ḧesenyanî (1939-1992)
 1 Xulek  1112 Dîtin
gutim:
debê xem welanêm,
xem xoreye...
gutim:
debê koşkî keser
têkřûxênim
gutim: debê badey pejare biřêjim,
şûşey cexar têkbişkênim
keçî dîtim zor esteme...
min ke kurdim,
řayeł û poy bize û nîga û witem xem û pejareye,
çon detwanim?
min řwawî şorekatim
řêbwarî řêgey nehatim,
dûre hatim
xem hewênî jyanme,
xem bûnme,
xem manme
eger le nêw şewezenga,
hetawî geş hate derê,
eger darî awatî kurd,
hate berê,
ew dem xem xaşebiř dekem
jînim le şadî piř dekem
ewsa eger kuřim pirsî:
xem çilone?
dełêm: řołe! xem pêware,
xem nedîwe,
ewsaneye
eger gutî:
şadî çye?
dełêm: şadî şê’rî mine,
bizey toye,
gułî cwanî zemaneye!