goranîy nesrîn

Li pirtûka:
Dîwanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  953 Dîtin
nesrîn gułî nesrîne
çûzerey yasemîne
xincîle û xwênşîrîne
demî be pêkenîne
keyfî le hełpeřîne
şine şinî bibîne
***
nesrîn gułî behare
lêw ał û çaw bexumare
le naw kiçana dyare
xwazbênîker hezare
lûtî le hemwan xware
kesî nawê lem şare
***
nesrîn gułî hawîne
firîştey ser zemîne
perîzadey maçîne
gułe estêre nûrîne
netewey xatû zîne
pawaney pêy zîwîne
***
nesrîn gułî payîze
bon xoşe wek gezîze
kiçe kurde azîze
turk û ’ecem beřîze
le berdestya kenîze
boye be de’ye û fîze
***
nesrîn gułî zistane
şewçiray kurdistane
çawî pyałey mestane
çilûrey gwê gwêswane
bew çawe bestûyane
nesrîn wadey hełsane
***
nesrîn sałman tewaw kird
seyrî deşt û seḧra û gird
cilî sewzyan leber kird
be ḧîsab wa toş pêt girt
şî’rî xotit leber kird
bîxwênerewe wird wird