goranî «cejin û behar»

leser awazî «’îd alfirḧ»
Li pirtûka:
Dîwanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  615 Dîtin
cejin û behar guł û gułzar
zor be neş’edar
bilbil leser guł dexwênê
dinya zîndegî enwênê
cejniman her bimênê
be hîway cejnewe dił kirayewe
beden û gyan le nwê aw dirayewe
dyare xoşî cejniman zortir bê
çaktire dił deyewê xoştir bê
cejnekeyn, cejnekeyn
cejnekeyn, cejnî weten
cejin û behar guł û gułzar
zor be neş’edar
ême hewłî ewemane, be hemû
yek kewîn, serkewîn
şadbîn zû be zû
cejnî řastî eweye pêkewe bîn
le wiłata beser azadî bijîn
cejnekeyn, cejnekeyn
cejnekeyn, cejnî weten