goranîy behar

Li pirtûka:
Dîwanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  1772 Dîtin
ke dełên emřo deşt û kêw şîne
çende mełbendî ême şîrîne
biço ser girdî yare bibîne
le cîhanda gułêkî řengîne
çunke waye xwaye awa bê
ew demey řoj degate êware
řû bikere şaxî goyje binware
’erşî perwerdigarî lê dyare
damenî wek beheştî abdare
xoşe bo hełbijarde awa bê
zemzemey bulbulî beharanî
wirde baranî jêr dewaranî
neş’eyî bezmî serçinaranî
wişkesofî exate goranî
cêy silêmane bełê awa bê