goranî

leser kêşî «çinaq qil’e îçnide»
Li pirtûka:
Dîwanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  838 Dîtin
wa bû be şeř û hełła, cîhan xiroşa
lawanman le cê hełsan, xwênyan coşa
ah! bo pasî weten
dwanze swarey merîwan, zirêyan poşa
řûyan kirde meydan, qełẍan le doşa
ah! bo def’î dujmin
ême ebê pêşřew bîn, bo fîdakarî
be qaspeqasp wek kew bîn, kewî beharî
ah! bo berzî mîllet
pêş kewîn û netirsîn, wek bawik û bapîr
le mał û gyan nepirsîn, xudaman destigîr
ah! bigeyne se’adet
dest bideyne destî yek, bo hemû karê
yekdił û yekziban bîn, le hemû şarê
ah! pêy ebîn be pyaw
řoḧman bikeyn be perjîn, bo xakî pakman
le diłî mîlletda bijîn, be nawî çakman
ah! înca dêyne naw