sirûd bo newciwanan

Li pirtûka:
Dîwanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  810 Dîtin
ey newciwananî weten
sa pêş kewn, aza biřon
êwe berew zanîn biřon
dey têkuşin dwa mekewn
le sêberî serbestîda
***
ey duşminekanî nezan
gel eçête kořî meydan
řizgar ebêt wiłatman
zû namênê dwakewtinman
be hêzî lawî newciwan
***
lawanî tazey kurd! werin
behre le jînman wergirin
bîrêk le dewran wergirin
bo serkewtin hełmet berin
bo xwênřişitin ta bitwanin