bestey kurdî

Li pirtûka:
Dîwanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  1078 Dîtin
nîştimanman ke daykî diłsoze
xoy řêk xist be mirwarî û pîroze
seyrî seḧra ke bê tep û toze
wa behar hat û cejnî newroze
xwaye awa bêt em gel û hoze
têgeyştûyn be sozî zanistî
pêgeyştiwîn be şořî serbestî
şerit bê ke herçî daykiman wîstî
dest berîn û tyada nekeyn sistî
ta be xwêndin egeyne cêy hestî
ey newciwanî kurdî be cewher
dewrî dewran buwe be dewrî huner
ewrupayî finûnî girte ber
êwe karêk bîgirin eybene ser
ḧeyfe nawtan nenên hunerperwer