ew řoje be emrî ḧeyî mennan

Li pirtûka:
Dîwanî Ḧacî Qadrî Koyî
Berhema:
Ḧacî Qadrî Koyî (1816-1897)
 2 Xulek  800 Dîtin
ew řoje be emrî ḧeyî mennan
em ’aleme pakî bû be tofan
deyyarî nema le cînsî zî řûḧ
ẍeyrî eme hate keştîy nûḧNava taybet
ew řoje geyîşte weqtî me’hûd
westawe le ser çyayekey cûdNava taybet
her sê kuřî kirdyane mesken
ew cê û mekane mîslî gułşen
êstake cizîre bê muḧaba
me’mûreyî ewwełe le dunya
ewlay seḧîḧyan be burhan
kurdin le mekanî ceddî xoyan
sukkanî bîladî řub’î meskûn
balcimlihErebî lemane munşe’îb bûn
bê tefreqe bûn mutî’ û hemdeng
hem meşreb û hem lîbas û hem řeng
ayîn û mezahîb û řesayl
wa kirdye fîrqe û qebayl
wek xełqî neçûne mułkî edna
cêy bawkî xoyan kirde me’wa
arê be ḧedîs û nessî qur’anNava taybet
ḧubbî wetene delîlî îman
ḧadîs nîye, esłe giftugoyan
mewrûse le dewrî ceddî xoyan
êstake ke wa cema’etî «wan»
esiłn be neseb kerîm û şuc’an
munqadî ’ecem, mutî’î řomin
meḧkûmî xeřat û ḧîz û domin
teqsîrî ewan nîye emane
hergîz be te’eccubî mezane
řesmêkî qedîme dewrî gerdûn
xesmî nucebaye, hemdemî dûn
ḧacîNasnava edebî emnîş mîsalî kurdan
kewtûme kemendî nefis û şeytan
lem ḧebis û kemende fîkirî derçûn
mumkîn nîye, min yekim ewan dûn
mewqûfe be řostemNava taybety ’înayet
muḧtace be hîmmet û hîdayet
derçim le esîrî mîslî bêjenNava taybet
řahî bû be quwetî tehemtenNava taybet
ey bê bedel û şerîk û tenha
ma a’zim şan’ik ti’alîErebî
te’îyn bike řostemî dîrayet
tewsen bide xusrewî ’înayet
ta kurd û emin le destî dûnan
derçîn, her etoy řeḧîm û řeḧman