ew řoje be emrî ḧeyî mennan

From the Book:
Dîwanî Ḧacî Qadrî Koyî
By:
Haji Qadir Koyi (1816-1897)
 2 minutes  801 views
ew řoje be emrî ḧeyî mennan
em ’aleme pakî bû be tofan
deyyarî nema le cînsî zî řûḧ
ẍeyrî eme hate keştîy nûḧNamed-Entity
ew řoje geyîşte weqtî me’hûd
westawe le ser çyayekey cûdNamed-Entity
her sê kuřî kirdyane mesken
ew cê û mekane mîslî gułşen
êstake cizîre bê muḧaba
me’mûreyî ewwełe le dunya
ewlay seḧîḧyan be burhan
kurdin le mekanî ceddî xoyan
sukkanî bîladî řub’î meskûn
balcimlihArabic lemane munşe’îb bûn
bê tefreqe bûn mutî’ û hemdeng
hem meşreb û hem lîbas û hem řeng
ayîn û mezahîb û řesayl
wa kirdye fîrqe û qebayl
wek xełqî neçûne mułkî edna
cêy bawkî xoyan kirde me’wa
arê be ḧedîs û nessî qur’anNamed-Entity
ḧubbî wetene delîlî îman
ḧadîs nîye, esłe giftugoyan
mewrûse le dewrî ceddî xoyan
êstake ke wa cema’etî «wan»
esiłn be neseb kerîm û şuc’an
munqadî ’ecem, mutî’î řomin
meḧkûmî xeřat û ḧîz û domin
teqsîrî ewan nîye emane
hergîz be te’eccubî mezane
řesmêkî qedîme dewrî gerdûn
xesmî nucebaye, hemdemî dûn
ḧacîPen name emnîş mîsalî kurdan
kewtûme kemendî nefis û şeytan
lem ḧebis û kemende fîkirî derçûn
mumkîn nîye, min yekim ewan dûn
mewqûfe be řostemNamed-Entityy ’înayet
muḧtace be hîmmet û hîdayet
derçim le esîrî mîslî bêjenNamed-Entity
řahî bû be quwetî tehemtenNamed-Entity
ey bê bedel û şerîk û tenha
ma a’zim şan’ik ti’alîArabic
te’îyn bike řostemî dîrayet
tewsen bide xusrewî ’înayet
ta kurd û emin le destî dûnan
derçîn, her etoy řeḧîm û řeḧman