ta řêk nekewn qebîlî ekirad

From the Book:
Dîwanî Ḧacî Qadrî Koyî
By:
Haji Qadir Koyi (1816-1897)
 1 minutes  2046 views
ta řêk nekewn qebîlî ekirad
herwa debne xerabe’abad
enwa’î mîlel le gewre ta çûk
xemłîwe memalîkî wekû bûk
yek bergin û yek zuban û yek řeng
bê ẍeybet û ’eyb û ’ar û bêdeng
dinya be tiřan dexon û deyden
her çonê meramyane deyken
her kurdin eger çî pakî merdin
pamałî zemane, mîslî gerdin
her manewe bênewa û mezłûm
wek bûmî xerabezar, meş’ûm
ger ba’îsî em depirsî kame
şertêke ke bo hemû temame
ew şerte be kullî îttîfaqe
ger mer’eş û wane ger ’êraqe
qesrêke yesaẍî ew nîfaqe
ger wa nebê babî her be taqe
sed şêx û mela û mîr û xanî
bo lezzetî ’eyş û zîndeganî
lew lawe ewan be ḧîlesazî
lem lawe eman be teqłebazî
quřyan be hemû wiłatewe da
ta mułk û ře’îye pakî fewta
yekyan emî to dekey neyan kird
ẍemyan nebû kurd eger hemû mird