eger lêdane meqsûdit bifermû

Li pirtûka:
Dîwanî Ḧacî Qadrî Koyî
Berhema:
Ḧacî Qadrî Koyî (1816-1897)
 1 Xulek  1693 Dîtin
eger lêdane meqsûdit bifermû
weger qetłe meramit ha desa zû
le řêy xuwa meyke teḧsîldarî ême
řeqîbî kafir û bêdîn û bedxû
şew û řojê debirjêm û deqirçêm
be sûtin îktîfa nakem wekû mû
gelawêje gelawêjî du çawit
direwşawe, ser û řîşim sipî bû
ke xoyan xiste beḧrî eşkî xwênîn
dił û can bo tewafî xałî hîndû
be qewlî tacrî deryayî exbar
diłî dêwane tê çû, řoḧî derçû
eger dîqqet biken ḧacîNasnava edebî dezanin
leber çî şêxekan wa bûne kendû!