umêdî weslî tom zanî nîşaney bênîşanî bû

Li pirtûka:
Dîwanî Ḧacî Qadrî Koyî
Berhema:
Ḧacî Qadrî Koyî (1816-1897)
 1 Xulek  991 Dîtin
umêdî weslî tom zanî nîşaney bênîşanî bû
ewey êmey firîb da îltîfatî ser zubanî bû
leser tûrî řuxt mûsa ke fîre’unî xetî la da
le sîřřî zarî toy pirsî cewabî len teranî bû
eger mûsa û dara bî le dinya behrewer nabî
dezanî mensebî herdû şwanî û aşewanî bû
le sayey lêw û dindanî leber çawim nema şanî
eger le’lî yemanî bû, weger ełmasî kanî bû
meger bîstûyetî xettit lenêw çahî zenexdanit
esîrî yûsfe boye nizûlî karwanî bû
ewî to hetbû, min nembû qerar û sebir û ’îzzet bû
ewî min hembû, to netbû: wefa û mîhrebanî bû
zemanî ḧał û sermayey bed û nîkit nebû sûdî
be musteqbel biłê ḧacîNasnava edebî le mazî da zemanî bû