eger lêdane meqsûdit bifermû

From the Book:
Dîwanî Ḧacî Qadrî Koyî
By:
Haji Qadir Koyi (1816-1897)
 1 minutes  1692 views
eger lêdane meqsûdit bifermû
weger qetłe meramit ha desa zû
le řêy xuwa meyke teḧsîldarî ême
řeqîbî kafir û bêdîn û bedxû
şew û řojê debirjêm û deqirçêm
be sûtin îktîfa nakem wekû mû
gelawêje gelawêjî du çawit
direwşawe, ser û řîşim sipî bû
ke xoyan xiste beḧrî eşkî xwênîn
dił û can bo tewafî xałî hîndû
be qewlî tacrî deryayî exbar
diłî dêwane tê çû, řoḧî derçû
eger dîqqet biken ḧacîPen name dezanin
leber çî şêxekan wa bûne kendû!