felek be tîr û kemanî le ême çote kemîn

From the Book:
Dîwanî Ḧacî Qadrî Koyî
By:
Haji Qadir Koyi (1816-1897)
 3 minutes  996 views
felek be tîr û kemanî le ême çote kemîn
şikargahî zemîne, le çingî kêwe deçîn!
dexate gerdinî ême mîsalî dabestû
gurîsekî bełekî subiḧ û şam û natirsîn
be ḧuqqebazî û le’bî zemane naxełetêyn
emêste pêdekenîn û le axîra degrîn
emîn mebe le sibeynê emet beser dênê
ḧewadîsatî zemane ke nayete texmîn
wicûdî ême ke řojî ḧeyatî awa bû
yeqîn bizane ke şew lê geřaw û derbederîn
em erze koneheware, xelayqîş koçe
tema’î sûrî nebê kes le jêrî çadrî şîn
dû gez zemîn û sê gez caw û mistexołêke
lîbasî pêxef û řayex heta degate serîn
seba musellemî afaqe qasîdî ẍurebay
enîsî yarî û hemřazî ’aşiqî xemgîn
sibeynê heste meweste xeber bigeyne wiłat
dyare çende ḧezîn û ẍerîb û bê keyfîn
ke çûye ser ḧedî baban û ’êlekey cafan
bigryê herwekû baranî mahî ferwerdîn
le quř binîşe biłê: qewm û qîle haware
esîre keyfî le řoma le ḧebsî zêrî zemîn
le kurdî bigre heta turk û ’areb û ’ecemî
le ax û daxî desûtên û şîn deken degrîn
le kwêredêyê ke keyfî tya bê fîrdewse
cehenneme ke nema keyfî şarî qustentîn
ḧezîn û derhemî em şare zorî bêganen
le ḧesretî ’eceba şarezûrî çen degrîn!
gelê henaseyî kêşa û çawî xoy gêřa
kesî nedî le ’eşîret, le daxî çon nemrîn!
zubanî kurdî û turkî û farsî û ’erebî
wehay dezanî wekû beytî xusrew û şîrîn
emeş delîle le te’sîrî mersîyey ke gutim:
çwar zubanî tê daye qesîdeyî řengîn
dirîẍ û ḧisirit az an şahbaz sidirh nişînPersian
bih dam mirg fitad û bih xak gişt difînPersian
z luḧey xit muzun û qit’ey minzumPersian
xicil şid abin hilal û řwan abin mitînPersian
be kê biłêm ke be keyfî biłê be keyf û sirûr:
xemî nebê ke felek ’akîfatî çilleguzîn
cinubhim titcafî ’in mizac’ihimArabic
yistiẍfirun lik baliẍdu ḧita ḧînArabic
’ilî ti’lu بااعلی alcud ’ibirtinaArabic
midî alziman anuḧ nyaḧ mintidbînArabic
awgun ke asb kilamî zimane ayldî zînTurkish
kif kifaytî kîfye wîrdîlir dizgînTurkish
bu gîce kîfî afnidî gurindî řuyadyeTurkish
cinande zimze ẍilman û ḧure awildî yiqînTurkish
kislidî matim nizminde zehrenk tarîTurkish
taẍlidî ḧisirtî nisirinde ’iqdey pirwînTurkish
kibîr dir bu misîbit, ’izîm waq’e dirTurkish
siẍîr yazîne tarîxî, xamey mişkînTurkish
le yek du lawe hetîwî le paş be cê mawe
yekêkî bîkirî me’anî, duwanî tîflî ḧezîn
emin ke mamî ewanim deyandeme udeba,
kiçanî zadeyî teb’î letîfî ḧîclenşîn
welê kuřanî řeza nîn be xakî řom û dełên:
lelay wîlayetewe çawenořî mamî tirîn
qełem şika û muřekkeb řija û name nema
le daxî qafîye ta xoy geyande ah û enîn
edîb û aqłî lem beḧre wek «tiřî bin gom»
gelêkî win buwe ḧacîPen name we çake lêy derçîn