asmanî bêstûn wek xusrewî mîhrî hełat

Li pirtûka:
Dîwanî Ḧacî Qadrî Koyî
Berhema:
Ḧacî Qadrî Koyî (1816-1897)
 1 Xulek  684 Dîtin
asmanî bêstûn wek xusrewî mîhrî hełat
hîndî şew têk çû, şika wek mûyî zengî leşkirî
îttîfaqen îttîfaqim bû legeł nalîKes wekû
tacir û gewher legeł gewherfiroş û muşterî
çend ẍezel bûn tazebaftî kargahî muşterî
tacîr û gewher meta’ û şamî ẍurbet tacîrî
yek yekî hênaye der, gerdî kesadî lê tekand
daye min fermûy dirêẍa kes nîye sewdagerî
dest be destî xistim û hem daye ber ba mecme’im
asefî min bay le cem’ê to ke ḧacîNasnava edebî qadrî