ey bê nezîr û hemta her toy ke berqerarî

Li pirtûka:
Dîwanî Ḧacî Qadrî Koyî
Berhema:
Ḧacî Qadrî Koyî (1816-1897)
 1 Xulek  2656 Dîtin
ey bê nezîr û hemta her toy ke berqerarî
bê dar û bê dyarî, bêdar û payedarî
bo baẍî merdî yaẍî sermayekey xezanî
bo mezre’ey feqîran sermayekey beharî
to padşa nîşanî bo her sewadî e’zem
bê sedir û şanşînî, bê perde perdedarî
xellaqî bê fitûrî, sułtanî bê qisûrî
řezzaqî mar û mûrî, awdêrî dêmekarî
fîrûze textî gerdûn mesnû’î neqşî toye
yaqût û le’lî řoje, estêrekan derarî
cê û mekanî toye bê cê û bê mekanî
leyl û neharî toye bê leyl û bê neharî
her emrî to medare bo karûbarî ’alem
herçende bê wezîr û bê sedir û karubarî
seḧranewerdî şewqit xurşîd û mahî taban
dû carîyen şew û řoj bê meḧmel û ’emarî
me’lûme bo çî ḧacîNasnava edebî mediḧit deka be kurdî
ta kes nełê: be kurdî nekirawe medḧî barî