eger kurdêk qisey babî nezanî

Li pirtûka:
Dîwanî Ḧacî Qadrî Koyî
Berhema:
Ḧacî Qadrî Koyî (1816-1897)
 2 Xulek  1711 Dîtin
eger kurdêk qisey babî nezanî
muḧeqqeq dakî ḧîze, babî zanî
were ba bot bikem basî nîhanî
tefennun xoşe ger çakî bizanî
selaḧeddîn û nûreddînî kurdî
’ezîzanî cizîr û mûş û wanî
muhelhel, erdeşêr û deysemî şêr
qubad û baz û mîrî erdelanî
emane pakyan kurdin, nîhayet
leber bêdefterî win bûn û fanî
kitêb û defter û te’rîx û kaẍez
be kurdî ger binûsraye zubanî
mela û şêx û mîr û padşaman
heta meḧşer dema naw û nîşanî
be zîddî mîr û paşaman biřawe
bese ba bêyne ser řêy mîhrebanî
ke deygut şêxî min: min destigîrim
lelam wa bû leber cehil û cwanî
ke pîr bûm tê geyştim destî girtim
le kesb û kar û teḧsîlî me’anî
bełê şêx qutbe emma qutbî aşe
be aw û nî’metî xełqe geřanî
le bo jin dê le kołan wek segî har
le jin hełdê be mîslî ker le xanî
biłê bew serkizołey kuzperiste
be çawî kildiraw û řîşî panî
ke nef’êkit nebê bo dîn û dewłet
be min çî neqşibendî ya ne manî
kesê pyawe ke danê wek ḧemaẍa
le bo ebnayî cînsî nan û xwanî
we yaxud wek emîn aẍa be hîmmet
bika bo qesrî mîllet pasebanî
biłê lem beḧse her kes munkîrî ton
bifermû sehle řêgey îmtîḧanî
be ummêdî dûsê danaye ḧacîNasnava edebî
be herzanî deda duřřî giranî