ey suleymanî zeman û şeyxul’îslamî enam

Li pirtûka:
Dîwanî Ḧacî Qadrî Koyî
Berhema:
Ḧacî Qadrî Koyî (1816-1897)
 1 Xulek  686 Dîtin
ey suleymanî zeman û şeyxul’îslamî enam
qasîdî řêgey hîdayet hudhudî dana debê
min humam û qulleyî qafî qena’et cêgeme
layqî peyẍamî ew perwîzeye ’enqa debê
bo ḧuzûrî qadrî bo çî denêrî makyan
makyan emrî le ser şahîn le kwê îcra debê
wextî peyẍamit xurûsêkî hezar popem hebû
daye ber şeq, qasîdê wa bê cewabî wa debê
ta hełênê zaẍî şeb tawwisî hêlkey subḧidem
mezre’ey çerxîş le tuxmî necmî ta awa debê
daneyî xermanî ’umrî to le mînqarî ecel
dûre, sersewz û muteřřa bê heta dunya debê