hemû ’umirim le řêy hat û nehatî

Li pirtûka:
Dîwanî Ḧacî Qadrî Koyî
Berhema:
Ḧacî Qadrî Koyî (1816-1897)
 1 Xulek  1229 Dîtin
hemû ’umirim le řêy hat û nehatî
beser çû ey ecel her to nehatî
le destî ḧacîbit çawim ẍułamit
beratî qebre, peykane xełatî
be řux feřze ẍubarî summî espit
bimałim şahî pîl efken be matî
le tawî xusrewî seyyare encum
hełatin, yarî min to hełnehatî
le řehnî wî debê sofî wekû min
bika pêşkeş hemû sewm û selatî
dezanim riḧimة lil’almînErebîy
le bedbextî mine kem îltîfatî
çi gencêke îlahî gencî ḧusinit
le hîç dînê nebû wacîb zekatî
le tûşîy xom bû herçî tûşî xom bû
le destî xoyetî ḧacîNasnava edebî şikatî