neqqaşî demî nuqtekî dana be nîşanî

Li pirtûka:
Dîwanî Ḧacî Qadrî Koyî
Berhema:
Ḧacî Qadrî Koyî (1816-1897)
 1 Xulek  641 Dîtin
neqqaşî demî nuqtekî dana be nîşanî
zanî ke zemî kirduwe bêzare le manî
wesfî kemerit ẍeyrî demî to nîye bîkat
bê nuqte biłê ew xetî me’dûme beyanî
sûretgerî ser lewḧeyî dîwanî melaḧet
dû yusfî kêşawe bebê ewweł û sanî
feřqêkî nebû ẍayetî ew kirdîye sûkî
zû hat û eto ba’îsî nazit be giranî
pêm xoşe ẍezel ferşî qudûmî ’uqela bê
nek bên û leberken cuhela lefiz û me’anî
îmkanî lekin ew ’ulemay mû deqełêşin
’enqa û wefa bû çi myanî çi dehanî
ta destî neda xencerî neyfermû: desa dey
ḧacîNasnava edebî bikujin xêre îtir meyden emanî