’esa û qametim tîr û kewane

Li pirtûka:
Dîwanî Ḧacî Qadrî Koyî
Berhema:
Ḧacî Qadrî Koyî (1816-1897)
 1 Xulek  943 Dîtin
’esa û qametim tîr û kewane
keçî dił talîbî řewtî kewane
eger cem’î wekû ’eqdî sureyya
perêşanit dekem wek ḧeftewane
heta key herweha şeqqey simit dê
ẍem û ẍussey cîhan barî girane
didan û mûy serî wek kuhnepîran
nîşaney daweşan û hełwerane
cewanî wek cwanî kewte dawî
leẍawî řîşîye, zînî řewane
be ser çû xettî sebzî, mijde ey dił
demî dirwêneye û xerman û dane
ewî xoşim dewê mîsilim nedîwe
be ẍeyrez xoy le jêr em asmane
le beynî zulf û xał û nûnî ebro
be elfî qametî canî cîhane
le herdû lamewe zulfî dû lane
esîrî kirdim û bê aşyane
le řoma ger meta’ê bê tema’î
be xořayî biden hêşta girane
ebûzeř malîkî dinyaye lêre,
ewî «ẍazî» heye saḧêb «qiřane»
eger tuccarî ḧacîNasnava edebî pare bêne
meta’e nîk û bed, dinya dukane
lebo ’uqba bizane kam be keł dê
eto muxtarî êsta lem myane