xezneyêke beytî min dû mîsre’im daxsituwe

Li pirtûka:
Dîwanî Ḧacî Qadrî Koyî
Berhema:
Ḧacî Qadrî Koyî (1816-1897)
 1 Xulek  826 Dîtin
xezneyêke beytî min dû mîsre’im daxsituwe
kes tema’î tê neka řêgey dizim lê bestuwe
bîke ber dîbayî nezmim ta qyamet nadřê
çunke ebkarî me’anîy tar û poyî řistuwe
zahîren beytim le nalî û kurdî zor kemtir nîye
tal’im bergeşteye, bedbexte bextim nûstuwe
basî ḧûr û basî ẍîlman û perî bo min meken
wek mehî bê mîhrî xom nemdîtuwe û nembîstuwe
nîweşew ger derkewê wek mahî serkel tel’etî
wa dezanin aftab û muşterî ser bistuwe
dest û pêy ew padşahî ḧusne kwêlem pê dełên
hênde engustî peşîmanîm le ḧesret gestuwe
dił le kuncî sîneda ger xwên denoşê û ẍem dexwa
ḧacîNasnava edebî bo qurbanî ’îdî wesłî to daybestuwe