řostemî mazenderan ew weqte destî birdewe

Li pirtûka:
Dîwanî Ḧacî Qadrî Koyî
Berhema:
Ḧacî Qadrî Koyî (1816-1897)
 1 Xulek  1509 Dîtin
řostemî mazenderan ew weqte destî birdewe
hate řêy dêwî sipî, azane destî kirdewe
herwekû şaranî tir kes aşnay koyê nebû
şuhretî ebyatî min xełkî le ser ko kirdewe
her kesêkî daye ber şeq załî dunyayî denî
goy le meydanî cewanmerdanî ’uqba birdewe
em hemû zułmey řeqîb kirdî le axir, diłberim
małî awa bê be maçî lêwî tołey kirdewe
dastanî hîcrî min şerḧî be nûsîn nakirê
pêt dełêm çone eger çawim be çawit kewtewe
ahî min sûre, çya wek loke hellacî deka
’uqdeyî zulfî girêy mûyîne ba naykatewe
her ke bîstim pêm dełê: ḧacîNasnava edebî segî derganeme
min le tirsî gurgî bedkarim kerî xom bestewe