ke tofanî siruşkim kewte ẍewẍa

Li pirtûka:
Dîwanî Ḧacî Qadrî Koyî
Berhema:
Ḧacî Qadrî Koyî (1816-1897)
 1 Xulek  1115 Dîtin
ke tofanî siruşkim kewte ẍewẍa
be meh mahî gutî: ya ḧafze alilhErebî
emin ’enqatirim bo çî zebûnim
le lam wek qafe barî tenkî esma
dezanin min ke bê dar û dyarim
segî mecnûnim û ẍemxiwarî leyla
le dinya her kesê meqsudî ’îşqe
bika wek min be kullî terkî dinya
ke dayhêna û hełîna çawî mestî
řewan fîda dekem dił çakî hêna
felatûn to dełêy dinya qedîme
le ximxanet binên wek xot le xim na
edî bo çî zemînîş bote gerdûn
le seylî eşkî tundî bê muḧaba
musłimanan suxen serbeste ta key?
le dest ew kafrî bêdînî tersa
le herdû lawe zulfî kewte gerden
ne lem la derdeçê ḧacîNasnava edebî ne lew la